Di 4-5’ê kanûna 2023’yan de, 38’emîn kongreya asayî ya CHP’ê pêk hatibû û Ozgur Ozel bûbû serokê giştî ya CHP’ê.
Dadgeha Îstînafê der barê kongreya CHP’ê de ku Ozgur Ozel bûbû serokê giştî, biryara ‘Betalkirina Teqez’ da.
Bi vê biryarê re, Ozgur Ozel ji peywirê hat dûrxistin û Kemal Kiliçdaroglu careke din weke serokê giştî hat peywirdarkirin
Serokê Koma CHP'ê Ozgur Ozel, di bernameya televizyonekê de der barê partiya nû û gelek mijaran de axivî.
Ozgur Ozel der barê partiya nû de agahiyeke nû parve kir û diyar kir ku ew li ser nav û logoyê dixebitin.
Her wiha Ozel da zanîn ku heta ew navê partiyê diyar bikin, dê weke “Partiya nû” bê gotin.
Ozgur Ozel: Em li ser nav û logoya partiya nû dixebitin
Ozgur Ozel têkildarî pirsa partiyeke nû ava bikin an na jî ev bersiv da:
"Tevî îmzeyan jî kongreyê nakin.
Pêvajoya dadgehê heye.
Piştre jî em ê Desteya Rêveberiya Navendî ya Partiyê kom bikin û li wir nîqaş bikin.
Ji aliyekî din ve jî li ser gengaziya avakirina partiyeke nû komeke hevalên me rêznameyê dinivîsin.Di dawiya
Meha tîrmehê û destpêka meha tebaxê, li ser vê mijarê jî wê gav bên avêtin.
Em li ser nav û logoyê dixebitin.
Li ser nav lihevkirinek heye.
Heta em nav diyar dikin, em dikarin bibêjin ‘Partiya Nû'."
Ozgur Ozel yekemcar di 10ê Tîrmehê de ragihandibû ku ger ew derfeta siyasetkirinê di CHP’ê de nebînin, dê partiyeke nû ava bikin.