"Destûr nayê dayîn ku tu saziyên biyanî bigihîjin Tesîsên Nukleerî yên Îranê"

Serokê Komîteya Ewlehiya Neteweyî ya Parlamentoya Îranê Îbrahîm Ezîzî duh ragihand ku şandeya Rêxistina Enerjiya Atomî (IAEA) biryar e hefteya bê serdana Îranê bike, tenê destûr heye ku bi pisporên Îranî re hevdîtin û şêwirmendiyên teknîkî bike.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Serokê Komîteya Ewlekariya Neteweyî piştrast kir ku li gorî qanûnên  ji hêla Encûmena Şura ya Îranê ve hatine pejirandin, di tu şert û mercan de, destûr nayê dayîn ku tu saziyeke navneteweyî nêzî tesîsên nukleerî yên Îranê bibe.

Îbrahîm Ezîzî da zanîn ku ev sînorkirin sabît û neguherbar in.

Ezîzî di dawiya daxuyaniya xwe de, tekez kir ku mijarên ji aliyê Îranê ve hatine pêşniyarkirin guhertina hin nêrînên teknîkî û çareserkirina pirsgirêkên teknîkî ye.

 

 

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24