Îranê, Sultan Elî Şêrzadî bi tawana "Sîxuriyê" bi dar ve kir

Li Îranê endamê Rêxistina Mucahîdên Gel, Sultan Elî Şêrzadî bi tawna "sîxuriyê" hat darvekrin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Ajansa Nûçeyan a Mizanê, ragihand ku Sultan Elî Şêrzadî yê ji ber endametiya Rêxistina Mucahîdên Gel ên Îranê girtî bû, vê sibehê hat darvekirin.

Her wiha li Îranê, ji ber ku darizandinên dadmend tune ne û mikurhatin di bin êşkenceyê de tên standin, gelek girtiyên siyasî bi tawanên wekhev bi awayekî sîstematîk hatine darvekirin.

Li gorî daneyên ku di çapemeniyê de hatine weşandin, herî kêm 9 endamên rêxistinê tenê di mehekê de li Îranê hatine darvekirin.

Du rêxistinên civaka sivîl, ragihandin ku rayedarên Îranê di sala 2025'an de herî kêm 1,639 kes bi dar vekirine, ku ev hejmar ji sala 1989'an û bi vir ve, ya herî zêde ye.

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye