Asûman Şen, bi bidestxistina 15 dengan di tûra çarem de bi ser ket.
Namzetê Partiya YENÎ’yê Bariş Gursoy 12 deng wergirtin û dengek jî wekî nederbasdar hat ragihandin.
Şaredarê CHP'ê yê Menderesê, Îlkay Çîçek, 4'ê Tebaxê hatibû binçavkirin û piştre di çarçoveya lêpirsîneke berdewam de hat girtin.
Çîçek di 8'ê Tebaxê de ji aliyê Wezareta Karên Hundir a Tirkiyê ve ji kar hat rawestandin û 10'ê Tebaxê ji CHP'ê hat derxistin.