Li bajarê Hesekê piştî limêja înê, xwepêşandanek li taxa Xiweranê hat li darxistin.
Li gorî agahiyên belavkirî, xwepêşander dixwazin serweriya nifûza QSD`ê û Kurdan li parêzgehê ji holê bê rakirin.
Berî ku xwepêşandan destpê bike jî, ji sibehê ve hêzên Ewlekariya Hundirîn li nav bajarê Hesekê belav bibûn û karwanên ewlehiyê jî gihiştin wan taxan.
Ev dîmen jî ji xwepêşandanên vê sibehê bûn.
Di van xwepêşandanan de jî xelkê Xiwêranê ala Kurdî dan erdê û şewitandin.
Li hember şewitandina alên Kurdan, Kurdên Hesekê li qada Aştiyê xwepêşandan li dar xistin.
Xwpêşandêrên Kurd banga rayedaran kirin ku kesên fitnê derdixînin dive werin darizandin.