Meclisa Jinan a DEM Partiyê li ser lêpirsîna mirina Rojîn Kabaişê daxuyaniyeke nivîskî belav kir.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku saziyên dewletê ser kuştinên jinan bê deng dimînin û doza Rojîn Kabaîşê jî ji bo vê yekê mînakeke pir zelale.
Meclisê bertek nîşanî daxuyaniya Parêzgarê Wanê yê wê demê da ku piştî mirina Kabaîşê û beriya otopsiyê gotibû bûyer “xwekuştin” e.
Meclisa Jinan a DEM Partiyê bal kişandin ser rapora otopsiyê ya Saziya Bijîşkiya Dadî û hat destnîşankirin ku di mîde û organên hundir ên Rojîn Kabaîşê de madeyên dermanên bi navê Rocuronium û Ornidazole hatine bi cîkirin.
Meclisa Jinan a DEM Partiyê diyar kir ku tevî van delîlan jî ev 2 sal doz nehatiye zelalkirin.