Li Hewlêrê qeza: 2 kes mirin 4 jî birîndar bûn

Li Hewlêrê di encama rêjeya ajotina zêde qeza qewimiye û di encamê de 2 kes mirine û herî kêm 4 kes birîndarbûne hat diyarkirin jî ku di encama qezayê de agir bi gelek tirmbêlan ket û zirareke mezin çêkir.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Di danê nîvro de, barhilgireke mezin bi lezeke pir zêdê ku li ser rêyek Hewlêrê ber bi cihê têghaştinê ve diçû li gelek tirmbêlan li pêşiya xwe da û qeza pîkanî. 

Li gorî agahiyan, ji ber vê qezaya giran du kesan jiyana xwe ji dest dane û herî kêm 4 kesên din jî birîndar bûne. Her wiha hat ragihandin ku barhilgirê li 9 tirmbêlan xistiye û hinek ji wan bi temamî bê çare bûne û belawela bûne.

Berdevkê Parsatina Şaristanî ya Hewlêrê Şaxewan Seîd ragihand ku şofêrê barhilgira ku qeza kiribû tenduristiya wî başe û ji aliyê hêzên polîsan ve li xaleke kontrolê hatiye binçavkirin.

Her wiha berdevkê Trafîka Hewlêrê Hêmin Newzad jî diyar kir ku sedema sereke ya vê qezayê, kêmasiyeke ji firêmên barhilgirê bû.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye