Hevdîtinên di derbarê valakirina 17 dibistanên li Qamişloyê ku 210 malbatên koçberên Şehba û Reqayê tê de ne, negihişt çareseriyekê.
Hevdîtin di navbera Meclîsa Gel a Qamişloyê, Meclîsa Sivîl a Şehbayê û Gerînendeya Perwerdeyê de pêk tên. Îro di encamê hinek hevdîtinên ji bo çareseriya pirsgirêkê de, çareseriyek derneket.
Meclîsa Gel a Qamişloyê û Gerînendeya Perwerdeyê xwestin ku heta demjimêrên êvarê dibistan bên valakirin. Meclîsa Sivîl a Şehbayê jî xwest ku ji bo koçberan cihek din bê amadekirin ku koçber bikarin derkevin. Her wiha hevdîtinên jî ji bo çareseriyê û bidawîbûna vê pirsgirêkê didomin.
Her wiha ji ber vê pirsgrêkê perwerde jî rastî kêmasiyan tê ji ber ku bi sedema nevalabûna 17 dibistanan dibe asteng û hijmareke pir mezin ji xwendekaran li dibistanên dîntir û bi sedan xwendekar dûrî perwerdeyê dibin.