Hate ragihandin ku ev peywendî di derbarê mijarên bingehîn ku girêdayî her 2 welatan Sûriyê û Franse hatiye kirin.
Hate gotin ku di peywendîyê de têkilîyên dualî yên navbera her du welatan û pêşhatên rewşa herêmî hatin gotûbejkirin.
Her wiha du alîyan rageşîya leşkerî li herêmê û bandorên wê li ser ewlehî û aramîyê nirxand.
Dîsa tekezî li ser girîngîya xurtkirina hevkarî û hevahengîya ewlehî û leşkerî ya di navbera Sûrîyê û Fransayê de hate kirin, bi awayekî ku xizmeta berjewendîyên hevbeş bike û di piştgirîkirina aramîyê de bibe alîkar.
Hêjayî bîrxistinê ye ku Serokê Fransayê Emanuel Macron di şerê Sûriyê de roleke sereke di navbera Hikûmeta Şamê û QSD`ê de lîst.