Salvegera 21`emîn a Mam Celal, yekem serokkomarê Kurd ê Îraqê

Îro salvegera 21'emîn a Mam Celal e ku wekî vê roje bû Serokkomarê Îraqê. Siyasetmedar û pêşengê Kurd Mam Celal di 6'ê Nîsana 2005'an de cara yekem di dîroka Îraqê de bû Serokkomarê Îraqê û posta serokkomariyê girt.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Di sala 2005an de, bi destûra nû ya Îraqê re, statûya federe ya Başûrê Kurdistanê bi fermî hate nasîn.

Pîştî ev gûhertina siyasî postên Serokkomariya Îraqê ji bo Kurdan hate diyarkirin.

Siyasetmedar, damezrînerên partiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê-YNK`ê Celal Talebanî di 6'ê Nîsana 2005'an de wekî yekem Serokomarê Kurd ê Îraqê hat hilbijartin.

Ev roj di rêveberiya Îraqê de rojeke dîrokî ye.

Mam Celal bi 227 dengan ji 248 dengan ji aliyê Meclîsa Neteweyî ve wekî yekem serokomarê hilbijartî yê Îraqa hat hilbijartin.

Ev gav ji bo gelê Kurd wekî destkeftiyek mezin hate hesibandin, ji ber ku cara yekem di dîroka Îraqê de, Kurdek û Pêşmergeyek gihîştin Koşka Selam.

Serokê wê demê yê Amerîkayê George W. Bush û gelek rêberên cîhanê ji bo vê serkeftinê pîrozbahî li Mam Celal û gelê Kurd kirin.

Li hundirê Îraqê, Mam Celal wekî "Semamî Aman" (mekanîzmaya piştrastkirinê) dihat nasîn.

Ew karîbû hevsengiyek di navbera civakên cûda yên wekî Kurd, Erebên Sunnî û Şîe, Tirkmen, Xiristiyan û yên din de biparêze.

Li gorî heval û dijberên wî, Mam Celal misogeriya parastina hevsengiyê û pêşîgirtina li şerê navxweyî û mezhebî bû.

Her wiha piştî nexweşiya wî di sala 2012'an de, gelek çavdêrên siyasî destnîşan kirin ku nebûna wî krîzek mezin a siyasî û ewlehiyê li welêt derxistiye holê.

Li ser asta navneteweyî, Mam Celal karibû doza Kurd bi cîhanê bide nasîn.

Ew ne tenê serokê Îraqê bû, di çareserkirina pirsgirêkên herêmî de, di nav de pirsgirêka Kurd li Tirkiyê jî, roleke girîng  lîst.

Jiyanname û destpêka têkoşîna siyasî ya Mam Celal

Celal Talebanî di havîna sala 1933'an de li gundê Kelkanî li quntarên Çiyayê Kosrat ji dayik bû.

Wî di sala 1946'an de di 13 saliya xwe de dest bi çalakiyên siyasî kir û Komeleya Pêşvebirina Xwendinê damezirand.

Paşê tevlî refên Partiya Demokrat a Kurd bû û di sala 1951'an de bû endamê serokatiyê.

Mam Celal ji beşa Hiqûqê ya li Bexdayê derçû û wekî rojnamevan û nivîskarekî bi bandor di gelek kovar û rojnameyên wekî Rizgarî û Xebat de xebitî.

Damezrandina yekîtîyê û qonaxên dawî yên jiyana wî

Mam Celal û komek hevalên wî di 1'ê Hezîrana 1975'an de li Şamê Yekîtîya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) damezrand û şoreşa nû ya gelê Kurd ji nû ve dest pê kir.

Di heman demê de Mam Celal di damezrandina Hikûmeta Herêma Başûrê Kurdistanê de roleke girîng lîst.

Mam Celal heya 2014'an di postê serokomariyê de ma bû.

Di 3'ê Cotmeha 2017'an de li nexweşxaneyeke li Berlîna Almanyayê çû ser dilovaniya xwe di wezîfeyê de mabû û bi merasîmekê li Silêmaniyê Başûrê Kurdistanê hat veşartin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye