Heybet Helbûsî: Hilbijartina serokkomarî bi tu awayî nayê paşxistin

Serokê Parlamentoya Îraqê Heybet Helbûsî ragihand ku fraksiyon û partî li ser roja hilbijartina serokomar li hev kirine û hilbijartin nayê paşxistin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Îro Serokê Parlamentoya Îraqê Heybet Helbûsî têkildarî hilbijartina serokomar agahîyek nû belav kir.

Heybet Helbûsî eşker kir ku rûniştina hilbijartina serokomariyê wê li gorî bernameyê were lidarxistin, navên wan parlamenterên ku beşdarî rûniştinê nabin wê werin eşkerekirin.

Serokê Parlamentoya Îraqê da zanîn ku serokatiya parlamentoya Îraqê û serokên fraksiyonan li hev kirine ku ji bo hilbijartina serokomar dîrokek destnîşan bikin.

Heybet Helbûsî diyar kir ku hevpeymaniya rêveberiya dewletê di civîna dawî de, hewildanên Parlamentoya Îraqê pesinand û girîngiya bicihanîna erkên destûrî û diyarkirina rojeva civîna parlementoyê ya 11'yê nîsana 2026'an ji bo hilbijartina serokomar tekez kir.

Her wiha rûniştina vê carê ya Parlamentoya Îraqê di demekê de ye ku, PDK û YNK hîn li ser namzetekî serokomariyê li hev nekirine ku Fuad Husên namzetê PDK’ê ye û Nizar Amêdî jî namzetê YNK’ê ye û li ser namzetê xwe israr dikin.

Ger her du partiyên Kurd heta 11’yê mijdarê lihev nekin, namzetên wan wê di parlementoyê de werin diyarkirin û her kesê ku piraniya dengan bidest bixe wê bibe serokkomar.

Di heman demê de, Serokê Tevgera Hîkme ya Netewî û endamê Çarçoveya Hemahengiya Şîe ya Îraqê duh ragihand ku wan ji partiyan xwestiye ku xwe li ser yek namzetî zelal bikin û wiha got:

"Ger ew nikaribin du namzet hebin, her kesê ku piraniya dengan bidest bixe, wê bibe serok.

Emar Hekîm eşkere kir ku wan wek aliyên Çarçoveya Hemahengiyê lihev kirine ku parlamenterên wan deng bidin kîjan namzetê postê serokkomar."

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye