Ebadî ji bo hilbijartina İraqê biryara boykotê da

Serokwezîrê berê yê Iraqê hilbijartinên parlemantoya welatê xwe boykot dike

reset font size increase font size

Koalîsyona Serkeftinê, bi rêbertiya Serokwezîrê berê yê Iraqê Heyder Ebadî, nerazîbûna xwe li hember rewşa siyasî ya welatê xwe nîşan da û ragihand ku ji ber zêdebûna "gendeliya siyasî" ew wek koalîsyon ji hilbijartinên parlemanî yên Iraqê vedikşe ku biryar e ev hilbijartn di mijdarê bê bêne sazkirin.

Bi vî awayî, Koalîsyona Serkeftinê bû duyemîn koalîsyona Şîa ku li Iraqê biryara boykotkirina hilbijartinan dide.

Serokê Tevgera Sadr, Muqteda el-Sadr di gelek parvekirin û daxuyaniyan de diyar kiribû ku ji ber "gendeliya darayî û siyasî" tevgera wî hilbijartin boykot kiriye.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye