Li Dêrazorê QSD`ê êrîşa komeke çekdar têk bir

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) diyar kirin ku, komeke çekdar duh piştî nîvro bi rêya keştiyekê çemê Firatê derbas kir û yek ji cihên wan ên leşkerî li bajarokê 'El-Cezrat' ê girêdayî herêma 'El-Kesra' ya Dêrazorê bi RPG'ê armanc girtin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk ragihand ku komeke çekdar, êrîşî wan kirin û wan rasterast bersiv dan û di encamê de pevçûnek di navbera hêzên QSD`ê û çekdaran de derket, koma çekdar bi rêya çem reviya aliyê din, lê tu ziyanên canî di nav şervanên QSD`ê de çênebûn.

Piştî bidawîhatina pevçûnê jî, şervanên QSD`ê dest bi operasyoneke lêgerînê kirin.

Di heman demê de, Hêzên Sûriyeya Demokratîk tekez kirin ku ew rê nadin tu aliyekî ku aramî û ewlehiya herêmê bixe xeteriyê û dê bersiva hemû êrîşan bidin.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24