Îsraîlê navendeke leşkerî li başûrê Sûriyeyê bombebaran kir

Balafireke Îsraîlê yê bê mirov navendeke leşkerî ya hêzên Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê li parêzgeha Quneyterayê bombebaran kir.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Berdevkê Artêşa Îsraîlê Afîxay Edroyî ragihand ku hêzên wan ên asmanî, êrîşek li navçeyeke başûrê Sûriyeyê pêk anîn, di êrîşê de, wesayîteke leşkerî hat hedefgiritin.

Li gor daxuyaniya berdevkê Artêşê, ew wesayît girêdayî hêzên Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê bû û çekên giran li ser wê hatibûn barkirin.

Berî daxuyaniya fermî ya Edroyî jî, medyaya xwecihî li Sûriyeyê ragihandibû ku Îsraîlê bi riya balafireke bê mirov, navendeke Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Hikûmeta Veguhêz li bajarê El Selam yê gundewarê Quneyterayê li Başûrê Sûriyeyê bombebaran kiribû.

Heya niha jî Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê ti daxuyanî derbarê vê êrîşê de nedaye.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24