Li gorî Reutersê Libnan û Îsraîlê li ser lîsteyekê ji welatên ku dikarin leşkeran bişînin da ku bêçekkirina Hizbullahê piştrast bikin, li hev kirine.
Ev lîste di bin rêkeftineke bi navbeynkariya Amerîkayê de hat amedekirin.
Li gorî heman çavkaniyê Îsraîl û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, Fransa ji lîsteyê derxistin.
Ev lîsteya dewletan di civînên ku vê hefteyê li Balyozxaneya Amerîkayê ya li Romayê di navbera Libnan û Îsraîlê de hatiye lidarxistin, derket.
Di gera dawî ya danûstandinan de, li ser çawaniya bicîhanîna peymana 26`ê hezîranê ya ku vekişîna gav bi gav a hêzên Îsraîlê ji Libnanê û bêçekkirina Hizbullahê hat rawestandin.
Ji bo piştrastkirina van gavan, wê aliyekî sêyemîn vê yekê kontrol bike.
Her wiha Hizbullah ne aliyekî rêkeftinê ye û red dike ku çekên xwe radest bike.
Heman çavkaniyê da zanîn ku Îsraîl û Libnanê gihîştine lîsteyeke kurt a welatan.
Her wiha wan welatê ku ji bo her du aliyan nayên qebûlkirin destnîşan kirine û wan aktorên potansiyel jî diyar kirine.
Amerîka wê aliyê sêyem hilbijêre
Reutersê eşkere kir ku wê Amerîka biryarê bide, ka kîjan welat wê bibe aliyê sêyem ê çavdêr.
Di heman demê de hat zanîn ku dibe ji welatekî zêdetir were hilbijarin.
Her wiha hat zanîn ku Beyrûtê berê pêşniyara ku şîrketên ewlehiyê yên taybet wekî aliyê sêyemîn bêçekkirina Hizbullahê kontrol bikin, red kiriye.
Li rex van danûstandinan, Îsraîlê şeva heya vê sibehê êrîşî daristan û bilindahiyên li başûrê Libnanê, dikir.
Li gorî Ajansa Neteweyî ya Libnanî hejmarek ji malan di van êrîşan de zirar dîtine.