Dewleta Îranê xwepêşanderê bi navê Ebas Ekber Feyzabadî bi dar ve kir

Dewleta Îranê li dijî dijberan polîtîkaya xwe ya bidarvekirin, girtin û qutkirina înternetê berdewam dike. Li dijî van binpêkirinan careke din xelkên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê daketin qadan.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Dewleta Îranê zext û gefên xwe li ser welatiyên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê berdewam dike.

Rêxistina mafên mirovan a HANAyê eşkere kir ku Ebas Ekber Feyzabadî, yek ji wan kesên ku di xwepêşandanên Çileya 2026an de hatibû girtin, li girtîgeheke Komara Îslamî ya Îranê hat bidarvekirin.

Ajansa Mîzanê ya girêdayî dadweriya Dewletê, da xuyakirin ku ev girtî qaşo bi tawanê “Dijminatiya bi Xwedê re” hatiye bidarvekirin.

Girtiyê siyasî Rûhullah Korkî bi darvekirinê hat cezakirin

Her wiha HRANA`yê ku ew jî rêxistineke mafên mirovan e, diyar kir ku girtiyê siyasî yê bi navê Rûhullah Korkî ku di girtîgeha Şeybanê ya Ehwazê de ye, bi darvekirinê hat cezakirin.

4 girtiyên xwepêşandanên "Jin, Jiyan, Azadî" bi darvekirinê hatin cezakirin

Heman çavkaniyê da xuyakirin ku 4 kesên din jî, ku di xwepêşandanên "Jin, Jiyan, Azadî" yê sala 2022`yan de hatibû girtin bi cezayên bidarvekirin hatine cezakirin.

Navên girtiyên ku bi darvekirinê hatine ceza kririn ev in:

Mîlad Armon, Newid Necran, Mehdî Îmanî û Mihemed Mehdî Huseynî.

Li Urmiyeyê mamosteya Kurdî Foruzan Îslamî hatiye girtin

Li kêleka bidarvekirina jî, dewleta Îranê girtina welatiyan berdewam dike.

Hate zanîn ku li Urmiyeyê, mamoste û blognivîsa Kurdî Foruzan Îslamî hatiye girtin.

Desthilata Îranê bi van kiryaran dixwaze tirsê di nava beşê dijber ê civakê de ava bike, ku bi vê yekê dê desthilatiya xwe jî biparêze.

Li gorî daneyên ku ji hêla HRANAyê ve hatine dayîn, bi destpêkirina pevçûnên leşkerî re, dayîn û bicihanîna cezayên bidarvekirinê di dozên siyasî û ewlehiyê de zêde bûye û heta niha di vê heyamê de 36 girtî bi van tawanan hatine bidarvekirin.

Qutbûna înternetê li Îranê derbasî roja xwe ya 87'an bû

Di nava van kiryaran de jî, mafê gihîştina înternetê li Îranê, hîn jî qedexe kiriye.

Netblocksê, ajanseke ku qutbûnên înternetê dişopîne, ragihand ku qutbûna înternetê li Îranê ketiye roja 87an û 2 hezar û 64 demjimêr derbas kirine.

Li bajarên Tehran, Şûş û Riştê xwepêşandan hatin lidarxistin

Li hemberî van kiryaran jî, welatiyên Îranê nerazîbûnên xwe nîşan didin.

Li gorî HRANA`yê, li bajarên Tehran, Şûş û Riştê gel li hemberî saziyên Dewletê kombûnên protestoyê li dar xistin.

Li bajarê Serdeştê di navbera hêzên dewletê û hin çekdaran de pevçûn qewimîn

Rêxistina HANA`yê jî, belav kir ku li bajarê Serdeştê pevçûneke leşkerî di navbera hin çekdar û hêzên ewlehiyê de derket.

Rêxistinê diyar kir ku di vê pevçênê de, herî kêm 3 kes birîndar bûne lê heta niha ti agahî der barê van kesan de tune ne, ti alî jî ev êrîş negirtiye ser xwe.

Li gorî HANA`yê, piştî vê bûyerê, hêzên ewlehiyê li seranserê bajêr belav bûn û kontroleke tund li ser rêyên çûn û hatinê çêkirin.

Her wiha sînordarkirin li ser tevgera welatiyan jî heye.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye