Danny Danon: Her kesê xwedî heman îdeolojiyê be wê bibe armanca me

Balyozê Îsraîlê li Neteweyên Yekbûyî Danny Danon derbarê hilbijartina Rêberê bilind ê nû yê Îranê de axivî. Danny Danon her kesê ku îdolojîya tundrew a dijî îsraîlê hildigre armanca wan e.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Balyozê Îsraîlê, got ku Rêberê Bilind ê nû yê Îranê, Mucteba Xameneyî, hîn jî heman nerînên tundrew ên berê diparêze

Danon soz da ku Îsraîl wê her kesê ku ramanên tundrew li dijî wê pêş dixe hedef bigire.

Balyozê Îsraîlê derbarê ji nû ve hilbijartina Mucteba Xameneyî de got:

"Guhertina zilam di lûtkeyê de desthilatê naguherîne.

Mixabin, rêberê nû heman îdeolojî û heman nerînên tundrew digire û her kesê ku van ramanên tundrew li dijî me pêş bixe, wê bibe hedefa me."

Danny Danon got ku ew ji bo gelên Îranê, li dijî hilbijartina rêberê nû yê bilind rabin, şert û mercên guncav diafirînin.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye