Wezîrê dadê yê Libnanê: Îranê şertê agirbesteke berfireh terikandiye

Wezîrê Dadê yê Libnanê Adil Nesar Îran rexne kir û got ku Îranê şertê agirbesteke berfireh terikandiye.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Wezîrê Dadê yê Libnanê Adil Nesar di parvekirineke xwe de li ser X`ê dan û standinên di navbera Îran û Amerîkayê de şîrove kir.

Adil Nesar diyar kir ku destpêkirina dan û standinên rasterast ên Îranê bi Amerîkayê re nîşan didin ku Îran di nêzîkatiya xwe de bi guhertinekê difikire.

Nesar her wiha got ku Îranê şertê agirbesteke berfireh terikandiye û wiha lê zêde kir:

“Îran ji bo berdana pereyên xwe li ser maseyê rasterast bi Amerîkayê re dan û standinan dike.”

Wezîrê Dadê yê Libnanî di posta xwe de pirsî: "Gelo piştî hemû şer, serpêhatî, karesat û eniyên piştgiriyê, hemû Libnanî bawer bûne ku vebijêrka yekane û rizgarker Libnan e, tenê Libnan?"

Piştî 40 rojî ji şerê berdewam yê di navbera Amerîka-Îsraîl û Îranê de, Serokê Amerîkayê agirbest heta 2 hefteyan ji bo dan û standinan ragihand.

Piştî ku agirbesta bi Îranê re dest pê kir, Îsraîlê êrîşên esmanî yên giran li ser taxên başûrê Beyrûtê û deverên din ên Libnanê pêk anî.

Her wiha Îranê destnîşan kiribû ku di nava şertên bingehîn ên dan û standinan de, agirbesta li Libnanê jî hebû.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye