Serokkomarê Îraqê yê berê Letîf Reşîd piştî hilbijartina serokkomarê nû, erka xwe radestî Nizar Amêdî kir.
Serokkomariya Îraqê têkildarî dewirgirtinê daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku piştî merasîma dewirgirtinê ya li Koşka Selam a li Bexdayê, Nizar Amêdî bi fermî dest bi erka Serokkomariya Îraqê kir.
Nizar Amêdî piştî qonaxa azadkirina Îraqê, weke serokkomarê 6'an dest bi peywira xwe dike.
Ji aliyekî din ve, piştî ku Nizar Amêdî dest bi karê xwe kir, ji bo wî hesabekî fermî yê Youtube hat vekirin.
Balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê serokkomarê Îraqê yê nû pîroz kir
Her wiha Konsulxaneya Amerîka li ser navê nûnerê Amerîkayê ya li Îraqê li ser hesabê xwe yê fermî X'ê bi peyamekê Serokkomarê Îraqê yê nû Nizar Amêdî pîroz kir.
Di peyamê de hate diyarkirin ku ji bo pêşerojeke serwer, aram û pêşkektî, Amerîka amade ye,bi rêveberiya nû ya Îraqê re kar bike.