Di doza Gulistan Dokû de serbijîşkê wê demê hat girtin

Dosya Xwendekara Zanîngeha Dêrsîmê Gulistan Dakû berfireh dibe û hejimara kesên tên girtin roj bi roj zêdetir dibe. Di doza Gulistan Dokû de serbjîşkê wê hat girtin. Ji aliyekî din ve, Wezareta Dadê ya Tirkiyê pêvajoya "bultena sor" da destpêkirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Hejmara kesên ku di lêpirsîna windabûna xwendekara zanîngeha Dersîmê Gulistan Dokû de hatine girtin ku şeş sal in winda ye, gihîşt 13 kesan.

Serbijîşkê berê yê Nexweşxaneya Dewletê ya Dêrsîmê Çagdaş Ozdemîr ê di çarçoveya kuştina doza Gulistan Dokû de hatibû binçavkirin, hat girtin.

Serbijîşkê berê di çarçoveya lêpirsîna windakirina xwendekara Zanîngeha Dêrsîmê Gulistan Dokû de, bi îdiaya “qeydên nexweşxaneyê jê biriye” hatibû binçavkirin.

Piştî îfadeyên li dozgeriyê bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeriya Cezayê ya Sulhê hat kirin.

Ozdemîr, piştî îfadeya li dadgeriyê hat girtin.

Derbarê Ûmût Altaş de bultena sor hate derxistin

Ji aliyekî din ve, Wezareta Dadê ya Tirkiyê, der barê Ûmût Altaş de ku di dosyeya Gulistan Dokûyê de li xwe mikur hat û reviya Amerîkayê, pêvajoya "bultena sor" da destpêkirin.

Wezaretê ji bo vê Sekreteriya Giştî ya INTERPOL'ê "bultena sor" biweşîne û ji bo Altaş bê îadekirin serî li cihên têkildar da.

Îfadeya Tuncay Sonel a li emniyetê dest pê kir

Her wiha pêvajoya îfadeya waliyê demê yê Dêrsîmê Tuncay Sonel ku di çarçoveya lêpirsîna Gulistan Dokuyê de hatibû binçavkirin, li Midûriyeta Polîsan a Erziromê qediya.

Îfadeya Sonel, ji sûcê “kuştina mirov” û “Tunekirina delîlan” tê girtin.

Piştî wergirtina îfadeyê Sonel ji bo lêpirsîna dozger îro birin Edliyeya Erziromê.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye