Li Tirkiyê li dijî şaredariyên CHP`ê operasyon berdewam dikin.
Operasyonên dawî li bajarên Bursa û Boluyê pêk hatin.
Di lêpirsîna ku ji hêla Serdozgeriya Komarê ya Bursayê ve tê meşandin, ew jî bi tohmetên "avakirin û rêvebirina rêxistinê ji bo kirina sûc", "bertîlxwarin", "şûştina mal û milkên ji sûc hatine bidestxistin" û "bi rêya avakirina neqanûnî qirêjkirina jîngehê" pêşketinek nû derket holê.
Piştî temambûna dema sê rojî ya binçavkirinê, Şaredarê Bajarê Mezin ê Bursayê Mustafa Bozbey, ligel hevjîna xwe, keça xwe, xwişk û birayên xwe û 57 kesên din, piştî ku anîn dadgehê, îfadeyên xwe yên li dozgeriyê temam kirin.
Piştî lêpirsîna nêzîkî 14 saetan, Mustafa Bozbey bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hat kirin.
Ji bo 12 gumanbaran, ku di nav wan de hevjîna Bozbey Seden Bozbey, keça wî Side Bozbey Gurer û birayê wî Ertan Bozbey jî hene, kontrola edlî hat xwestin.
Piştî lêpirsîna li dadgehê, biryara girtina Bozbey hat dayîn.
Yanzdeh gumanbar, ku di nav wan de hevjîna Bozbey, keç û birayê wî jî hebûn, bi çavdêriya dadwerî hatin berdan.
Tanju Ozcan ji karê xwe hat dûrxistin
Di heman çarçoveyê de Dadgeha Sulhê ya Boluyê di 2yê adarê de bi tohmeta "desteserkirina pereyan" biryara girtina Şaredarê Boluyê Tanju Ozcan û Cîgirê Şaredar Suleyman dabû.
Li gorî xala 127`an a Destûra Bingehîn û xala 47`an a Qanûna Şaredariyan a hejmar 5393, Tanju Ozcan wekî tedbîrek demkî ji kar hatibû dûrxistin.
Bi lêpirsîna 'Xerabkirinê' Şaredara Boluyê, Tanju Ozcan hat girtin.
Di hilbijartinên Meclîsa Şaredariya Boluyê yên 6ê adarê de, Mehmet Tanju Ozcan ê CHPyî bi dengên 19 ji 21 endamên CHPyî wekî cîgirê şaredar hat hilbijartin.
Ozgur Ozel: Sindûqa dengdanê li Trikiyê di xeterê de ye
Serokê CHP'ê Ozgur Ozel, operasyona ku Mustafa Bozbey tê de hate binçavkirin wekî derbeyek li ser mafê dengdan û hilbijartinê yê gel bi nav kir û wiha got:
"Sindûqa dengdanê, destkeftiya herî girîng a Komarê, di xetereyê de ye."