Şerê ku bi êrîşên Amerîka û Îsraîlê yên li ser Îranê di roja xwe ya 36'an de berdewam dike.
Îranê, duh di êrîşên cuda de 2 balafirên leşkerî yên amerîkî xistin xwarê.
Pîlotek ji aliyê hêzên amerîkî ve hate rizgarkirin, di heman demê de tê ragihandin ku herî kêm pîlotek winda ye.
Ev bûyer, cara yekem e ku balafirên Amerîkayê têne xistin.
Ev bûyer, tenê du roj piştî ku Trump di axaftina xwe ya rewşa yekîtiyê de ragihandibû ku Amerîkayê "Îran têk bir û bi tevahî wêran kir" û dê "kar biqedîne, û pir zû bike".
Qesra Spî û Pentagonê, hîn ti agahî derbarê balafira ketî de eşkere nekirine.
Îranê, di rojekê de 2 balafir xistin xwarê. DYA'yê xistina balafiran piştrast kir.
Îran: Me balafireke din a Amerîkayê xist xwarê
Li ser xistina 2 balafirên amerîkî, berdevkê Baregeha Xatemul Enbiyayê ya Îranê Îbrahîm Zulfîqarî daxuyaniyek da.
Zulfîqarî, got ku îro Artêşa Îranê "balafireke şer a pêşketî ya dijmin" li başûrê Girava Qeşmê û di navbera giravên Hengam û Qeşmê de daye erdê.
Zulfîqarî, diyar kir ku balafir ketiye nav ava Kendavê.
Rojnameya New York Times`ê ya Amerîkayê jî belav kir ku du berpirsên Amerîkayê ragihandine ku ew balafir îro hatiye têkbirin û ketiye nav ava Kendavê.
Wan berpirsan ji rojnameyê re gotiye ku balafir A-10 Warthog bûye.
Li gorî heman çavkaniyê, balafir li nêzîkî Tengava Hurmizê ketiye û pîlotê wê hatiye rizgarkirin.
Medyaya Îranê, dîsa îro ragihandibû ku wan balafireke Amerîkayê xistiye xwarê.
Pişt re berpirsên Amerîkayê jî ketina wê balafirê piştrast kiribûn.
Piştî belavbûna nûçeya xistina balafira yekem, ji bo dîtina tîma wê balafirê li nav axa Îranê hemleyeke lêgerînê dest pê kir.
Medyaya Amerîkayê jî, ragihand ku yek ji endamên tîmê hatiye dîtin û rizgarkirin lê çarenivîsa yê din hîn ne diyar e.
Trump: Eger Hurmiz venebe em ê êrîş bikin
Dema ku Serokê Amerîkayê Donald Trump dabû Îranê ji bo vekirina Tengava Hurmizê, di 6`ê nîsanê de diqede.
Trump, ragihandibû ku eger tengav neyê vekirin, ew ê êrîşan li ser binesaziya enerjiyê ya Îranê bikin.
Lêbelê, Îran israr dike ku rê nede keştiyên welatên ku di şer de beşdar in, derbas bibin.
Tê gotin ku dan û standinên berê ji hêla Trump ve bi navbeynkariya Pakistanê gihîştine rewşek bê encam.
Hate ragihandin ku Îranê peyama 15 xalan a Amerîka red kiriye, lewma dibe ku di şer de gavên dijwartir werin avêtin.
Xistina 2 balafirên amerîkî li Îranê jî nîşan da ku şer dikare gurtir bibe.
Lê Serokê Amerîkayê Donald Trump got ku ev pêşketin dê bandorê li ser dan û standinên bi Îranê re neke.
Her çiqas bang û daxuyaniyên ji bo dan û standinan tên jî, êrîşên hevbeş berdewam dikin û hejmara miriyan zêde dibe.
Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Îranê, ji 28'ê Sibatê û vir ve li Îranê hezar 937 kes hatin kuştin.
Li gorî HRANA'yê, herî kêm 3 hezar 527 kes hatine kuştin ku hezar û 606 ji wan sivîl in.