Trump gefa vekişandina leşkerên xwe yên li Îtalya û Spanyayê xwar

Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand, ji ber ku Îtalya û Spanyayê li dijî şerê li Îranê ne, dibe ku ew hêzên Amerîkayê ji her du welatên Ewropayî vekişîne.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Serokê Amerîkayê Donald Trump li Ofîsa Oval pirsên rojnamevanan bersivandin.

Dema ku rojnamevanan ji Trump pirsîn, ka ew li ser kêmkirina hejmara hêzên Amerîkayê yên li Spanya û Îtalyayê jî difikire yan na?

Wî di bersivê de wiha got:

“Belê, dibe ku ez wî karî bikim.

Çima ez ê nekim? Îtalyayê alîkariya me nekir û Spanyayê jî gelekî xerab bû, bi temamî xerab bû.”

Trump roja çarşemê ragihandibû ku Washington "mijûlî lêkolîna li ser îhtîmala kêmkirina" hêzên Amerîkayê yên li Almanyayê ye û got ku ew ê di "demeke kurt de" li ser vê mijarê biryarê bide.

Heta 31´ê Kanûna Pêşîn a 2025´an, hejmara leşkerên çalak ên Amerîkayê li Îtalyayê 12 hezar û 662 û li Spanyayê 3 hezar û 814 bûye.

Her wiha li Almanyayê jî 36 hezar û 436 leşkerên wan hebûn.

Serokê Amerîkayê bi tundî rexne li welatên hevpeymanên NATO´yê kir, ji ber ku wan di êrîşên Amerîka û Îsraîlê yên li dijî Îranê de alîkarî nekiriye.

Her wiha Trump destnîşan kir ku wan ji bo vekirina Tengava Hurmizê ya ji bo çûn û hatina keştiyên petrolê jî alîkarî nekiriye.

Hefteya borî jî raporek hatibû belavkirin û tê de hatibû gotin ku Amerîka li ser rawestandina endamtiya Spanyayê ya di NATO'yê de difikire.

Sedema vê yekê jî redkirina piştgiriya operasyonên leşkerî yên li dijî Îranê ye.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye