Li nêzîkî sînorê Afganistanê zarokek hat kuştin

Şerê di navbera Pakistan û Afganistanê de didome. Polîsên Pakistanî ragihandin ku di êrîşeke hawanê de li nêzîkî sînorê Afganistanê zarokek hat kuştin û 4 kesên din jî birîndar bûn.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Ajansa nûçeyan a Pakistanî Dawn ragihand ku bûyer li herêma Ghulam Xan qewimî ku li wir di navbera her du aliyan de gulebaran û pevçûnên dijwar qewimîn.

 

Di dema pevçûnê de, topek hawanê, ku tê îdiakirin ku ji aliyê din ê sînor ve hatiye avêtin, li gundê Ghulakhel ket û li herêmeke niştecihbûnê teqiya.

 

Teqînê zarokek kuşt û 4 kesên din jî birîndar kir.

 

Çavkaniyên bijîşkî ragihandin ku hin ji birîndaran di rewşek krîtîk de ne û dermankirina acîl werdigirin.

 

Deriyê sînor ê Ghulam Xan rêyeke girîng a bazirganî û rêwîtiyê di navbera Pakistan û Afganistanê de ye, lê niha ji ber rewşa ewlehiyê ya berdewam girtî ye.

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye