Li bajarê Amedê deklarasyona Newrozê hat eşkerekirin

Li bajarê Amedê Deklarasyona Newrozê ya sala 2026'an hat eşkerekirin û wiha hat gotin: "Newroz hişmendiyeke siyasî ye."

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li bajarê Amedê Deklarasyona di derbarê Newrozê de hat eşkerakirin. Îşaret bi vê rojê hat kirin ku di Newrozê de, wê berpirsiyariya berfirehkirina têkoşîna azadiyê di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de bihêztir be.

 

'Newroz hişmendiyeke siyasî ye'

 

Kurdiya deklarasyonê ji aliyê Tevgera Jinên Azad (TJA) Fatma Ablay hat xwend û ji bo Newroza 2026’an de wiha hate gotin:

 

"Newroz hişmendiyeke siyasî ye ku berxwedana berhevkirî ya paşerojê bi têkoşîna niha re dike yek û îradeya avakirina jiyaneke azad ji bo pêşerojê xurt dike."

 

'Naveroka raporê dûrî pêdiviyên Kurdan bû'

 

Li ser mijara rapora komisiyonê ya dawî ku hatibû weşandin ji hat sekinandin û wiha hat gotin:

 

"Rapor ji aliyê naveroka xwe ve ji hêviyên gelê Kurd, kes û komên bindest û raya giştî ya demokratîk re nebûye bersiv û her wiha dûrî pêdiviyên herî kêm yên ji bo çareseriyê maye."

 

 

'Azadiya birêz Ocalan pêdivîyeke dîrokî û siyasî ye'

                                    

 

Di berdewamiya xwendinê de hat gotin ku misogerkirina azadiya fîzîkî û şert û mercên xebata azad a Rêberê PKK'ê Abdulah Ocalan şert e û wiha berdewam kir:

 

"Di vê Newrozê de, em ê berpirsiyariya berfirehkirina têkoşîna azadiyê di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de bihêztir bigirin ser xwe."

 

'Jin pêşengên vê tevgerê ne'

 

 

Di deklarasyonê de îşaret bi felsefeya jinan hat kirin û wiha hat bîrxistin:

"Jin di pêşengiya vê tevgerê de ne. Têkoşîn, ku li dijî serdestiya mêr, polîtîkayên şer û pergala dijminê jinan radibe, hêza avakirin û damezrandina civakeke demokratîk xurt dike."

 

'Ciwanên azad  îradeyeke dîrokî ne'

 

Di berdewamiya daxuyaniyê de bal kişand li ser ciwanên azad û wiha bi dawî kir:

 

"Ciwanên azad îradeyek dîrokî ya têkoşînê cihê xwe li ser dikê xurt dikin. Wekî hêza dînamîk di têkoşîna li dijî înkar, asîmîlasyon û polîtîkayên bênasnamekirinê de ne."

 

Di dawiyê de hat gotin ku newroza 2026’an di pêvajoyeke dîrokî de tê pîrozkirin.

 

 

 

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye