Lezgin

Ji PJAK’ê peyam ji bo gelê Tirk ên Azerî

reset font size increase font size

Meclîsa Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) ji bo gelê Tirk ê Azerî û hewldanên ku dixwazin fitneyê bixin navbera Kurdan û Tirk ên Azerî daxuyaniyek da û diyar kir ku ji bo zirar negihe wan, wê hemû hêza xwe bicih bînin.

PJAK'ê diyar kir ku di rojên dawî de bi destpêkirina şerê di navbera Îran û Îsraîlê de, nakokî li Rojhilata Navîn gihîştine astek nû û got, "Ji ber nêzîkbûna erdnîgarî ya Kurd û Tirkên Azerî û hebûna wan a hevbeş li deverên wekî Ûrmiyeyê, wê ev şer ji bo herdu neteweyan encamên cidî bi xwe re bîne."

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku şerê di navbera Komara Îslamî ya Îran û Îsraîlê de siya xwe avêtiye ser jiyana her du neteweyan. Divê her du netewe jî ji ezmûnên xwe yên dîrokî ders derxin da ku ew bikaribin mil bi mil di vê qonaxa dîrokî ya xeternak de bimeşin û bi ewlehî jê derbas bibin.

PJAK'ê di vê çarçoveyê de pêşniyar kir ku rêxistin û saziyên civaki û sivîl ên Kurd û Tirkên Azerî saziyên hevbeş ava bikin, ji bo ku bikarin bi hev re bixebitin û li dijî zirarên vî şerî têkoşîn bikin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Em Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê amade ne ku bi hemû sazî û rêxistinên azadîxwaz û demokratîk ên Tirkên Azerî re hevkariyê bikin, da ku ruhê hevgirtina demokratîk di navbera her du neteweyan de pêş bixin. Peyama me ji bo hikûmeta Tirkiyeyê û Komara Azerbaycanê ev e ku heke ew bi rastî li berjewendiyên Tirkên Azerî dinêrin, divê ew ji her siyasetek ku Kurdan wekî gefek li ser Tirkên Azerî nîşan dide dûr bisekinin." 

PJAK bi vî rengî peyama xwe bi dawî kir: “Em, ji Tirkên Azerî re radigihînin bila piştrast bin ku ti xeteriyek ji aliyê me ve nagihe we, her wiha di vî şerî de em ê hemû hêza xwe bicih bînin da ku ti zerar negihe we û em hêvî dikin ku rêxistin û saziyên din ên siyasî û sivîl jî di vê rêyê de hevkariyê bidin me."

Ezîma Hesin

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24