Di 27'ê sibatê de dê peyama nû ya Ocalan bê xwendin

Hevserokên DEM Partî û endamên Şandeya Îmraliyê, dê di 27'ê Sibatê de daxuyaniyekê bidin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Hevserokên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan tevî endamên Şandeya Îmraliyê, bi wesîleya salvegera Banga "Aştî û Civaka Demokratîk" dê di 27'ê Sibatê de civîna çapemeniyê li dar bixin.

Hat ragihandin ku civîn dê li Enqereyê seat di 11:00'an de dest pê bike û dê peyama nû ya Abdullah Ocalan a der barê pêvajoyê de were xwendin.

Hate diyarkirin ku dê di bernameyê de pêvajoya salekê û mijara "tiştên ku divê di qonaxa duyemîn de werin kirin" ku Abdullah Ocalan di hevdîtina dawî de behs kiribû, bê nirxandin.

Her wiha tê payîn ku dê ji saziyên demokratîk, partiyên siyasî, rewşenbîr, nivîskar û rojnamegeran gelek vexwendî beşdarî vê daxuyaniyê bibin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye