QSD`ê ji bo rewşa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê daxuyanî da

Hêzên Sûriya Demokratîk QSDˊê ragihand ku komên çekdar ên Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê hewl dan bi tank û panzeran derbasî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bibin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) der barê pevçûnên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê qewimîn û îdiayên dibêjin hêzên QSD`ê li wir in, daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku bûyerên li Helebê diqewimin, provokasyonên komên Hikûmeta Veguhêz e û ew hewil didin bi tankan derbasî her du taxan bibin.

Navenda Ragihandinê ev yek jî eşkere kir ku îdiayên hin medyayan ên ku dibêjin QSDˊê bendên kontrolê yên çekdarên Hikûmeta Veguhêz li derdora taxên Eşrefiyê û Şêxmeqsûdê yên bajarê Helebê hedef digirin, derew in.

QSDˊê diyar kir ku wan li gorî rêkeftina 1ˊê Nîsanê, hêzên xwe ji wir vekişandine, hêzên wan li wê herêmê tune ne û hemû îdiayên tên kirin, derew in.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24