Li Başûrê Kurdistanê Bijîşkên her du bajarên Dihok û Silêmaniyê nerazîbûna xwe nîşan dan. Çalakiyek li dar xistin û daxuyaniyek dan.
Li Herêma Kurdistanê her demekê nakokî derdikevin. Berî vê bi demekê mamosteyan xwepêşandanek ji bo nedayîna fonan çêkirin û vê carê jî Bijîşkên ku nehatine tayînkirin, çalakiyek nerazîbûnê lidar xistin.
Bi dehan bijîşk li ber Nexweşxaneya Şar kom bûn û daxwaza mafên xwe kirin. Di çalakiyê de daxuyaniyek çapemeniyê dan û têde daxwaz kirin ku bi awayekî fermî ji aliyê hikûmetê ve bên tayînkirin û pileyên wan bên bilindkirin.
Bijîşkan tekez kirin ku heya daxwaza wan pêk neyê, ew ranawestin. Bijîşkan di daxuyaniya xwe de destnîşan kirin ku personelên tenduristiyê niha tenê ji bo nexweşên ku rewşa wan a awarte heye tedawiya sereke dikin û mudaxaleya lezgîn dixwazin.
Egîd Xelîl