Gorên komî yên li Iraqê ku li benda vekirina wan in, bîranînek ji sûcên berê û têkoşîna gel a ji bo edaletê ne. Paşmayên ku di sala 2025an de hatine derxistin şopên tarî yên serdema Enfal û DAIŞê hildigirin.
Di salên şer, dîktatorî û terorê de li Iraqê bi hezaran kes winda bûn. Gorên komî yên ku îro jî li benda vekirina wan in, şahidên bêdeng ên van windahiyan in.
Ev gor di sala 2025’an de li gundê Topzawa yê parêzgeha Kerkûk a Iraqê hate derxistin û tê bawerkirin ku termên zêdetirî hezar kesan tê de ne, tenê yek ji bi sedan cihên îdamkirina komî yên ji serdema Sedam Huseyîn e. Ji bilî ku belgeyên tawanên berê ne, ev gor di heman demê de bîranîna qurbaniyên ku hîn jî li benda edaletê ne jî hildigirin.
Gelê ku di bin siya Enfalêde
Operasyonên Enfalê, ku di navbera salên 1986 û 1989’an de bi fermana rasterast a Sedam Huseyîn dest pê kirin, jenosîdeke sîstematîk li dijî gelê Kurd bû. Bi serokatiya General Elî Hesen Mecîd, ev êrîş di 8 qonaxên giran de pêk hatin. Nêzîkî 182,000 welatiyên Kurd hatin qirkirin, 4,500 gund bi tevahî hatin xirakirin, bîrên avê hatin zuwakirin û binesaziya çandiniyê ya Herêma Federe ya Kurdistanê hate wêrankirin.
Li gorî daneyên ku ji aliyê Rêveberê Giştî yê Saziya Şehîdên Iraqê Ziya Kerîm ve di Adara 2025’an de hatine ragihandin, bi tevahî 221 gorên komî hatine tespîtkirin. 91 ji van ên serdema rejîma Baasê û 125 jî yên serdema DAIŞê ne. Lê belê, heta niha tenê 134 gor hatine vekirin; 87 gor hîn jî di bin erdê de li benda edaletê ne.
Şahidên komkujiyan: Li çolê demên cemidî
Ajansa Rojnews di meha Nîsanê de xwe gîhand kesên ku ji vê komkujiyêre şahidî kirine. Yek ji wan kesan jina bi navê Nedîme Îbrahîm wan rojan wiha aniye ziman: “Min qet ji bîr nekiriye ku dê û bavê min li ber çavên me hatin lêdan. Cellad, zarokekî bi lêdana hesinê li serê wî ew kuştin. Zarokê pismamê min heta sibê lava avê kir. Me kaxez û naylon şewitandin da ku em dilopek av bidin wî.”
Yek ji şahidan Salih Helac: Şeş zarokên min, jina min, xwişk û birayên min, diya min... Hemû malbata min belav bûye. Enfalêde ne destpêk heye û ne jî dawî heye.
Şahid Fehîma Koçer jî wiha dibêje: “Qadir, Reşîd, Xurşîd, Mehmûd, Ceyran… Ez wan qet ji bîr nakim. Qîrîna wan keçên bedew ên ku ji aliyê Ereban ve hatine revandin hîn jî di guhên min de ye.”
Mîrasa DAIŞê: Gorên komî yên nû
Mîsyona Alîkariyê ya Neteweyên Yekbûyî li Iraqê (UNAMI) di sala 2018’an de li parêzgehên Nînowa, Kerkûk, Selahedîn û Enbarê 202 gorên komî yên DAIŞê tespît kirin. Tê texmînkirin ku di van goran de di navbera 6,000 û 12,000 kes hene.
Li gorî daneyên 2025’an ên ji Saziya Şehîdên Iraqê:
125 gorên komî yên ji serdema DAIŞê hatine dîtin.
Li Nînowa 13 gor hatin dîtin, tenê 5 ji wan hatin vekirin.
Li navçeya Hewîce ya Kerkukê 17 gorên aîdî Pêşmergeyan hatin vekirin.
Li nêzî Meydana Azadî ya navenda Şingalê goreke nû ya ji bo 20 kesan hat dîtin.
Lêgerîna Edaletê
Tîma ku ji sala 2008’an vir ve li ser gorên komî dixebite, cenazeyên 1700 welatiyên Kurd ji 31 goran derxistiye. Ji bo naskirinê 2000 nimûneyên xwînê hatine berhevkirin. Lê belê, hewldan hîn jî têrê nakin; bi hezaran malbat ji çarenûsa hezkiriyên xwe bêxeber in.
Axên ku nehatine kolandin
Her goreke nûvekirî rûbirûbûna gelê ku li edaletê digere bi rabirdûyê re ye. Ne sûcên rejîma Baas û ne jî barbariya DAIŞê di rûpelên rabirdûyê de namînin. Her goreke nevekirî sembola rûbirûbûneke derengmayî ye; her cenazeyek nenaskirî wekî dengek netemam a edaletê radiweste.
Rodî Bişeng