Xeta Gazê ya herêmî ji bo Sûriyeyê hate vekirin

Projeya Boriyên gaza xwezayî ya Azerbaycanê ji bo Sûriyeyê, wê ji 2'ê Tebaxê ve dest pê bike. Li gorî agahiyan rojene 6 milyon metrekup gaz wê veguheze Sûriyeyê, 750 megawat wê li enerjiyê zêde bibe û ji nêzî 5 melyon malbet re elektrîkê peyda bike.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

 Bi beşdarbûna Wezîrê Enerjiyê yê Sûriyeyê Mihemed el-Beşîr, Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiyeyê Alparslan Bayraktar, Wezîrê Aboriyê yê Azerbaycanê Mikail Jabbarov û nûnerên Fona Geşepêdanê ya Qeterê, Xeta gazê ya herêmî ya ku Sûriye û Tirkiyeyê bi hev ve girêdide hate vekirin.

 

Qeter wê projeyê fînanse bike

 

Qeterê piştgiriya vê pirojeyê kir û bi tevahî  radestkirina gaza Azerbaycanê ji bo Sûriyeyê girt ser xwe.

 

Rojane wê 6 milyon metrekup gaz veguheze Sûriyeyê

 

Li gorî Wezîrê Enerjiya Sûriyeyê Mihemed El-Beşîr, Ev boriya gazê wê rojane 6 milyon metrekup gaz veguhezîne Sûriyeyê, lê di gava destpêkê de wê tenê 3.4metrekup veguhêze.

 

Proje wê 750 megawat li ser hilberîna enerjiyê zêde bike

 

Mihemed El-Beşîr diyar kir ku ev xet, dabînkirina elektrîkê û zêdekirina demjimêrên xebitandinê yên santralên elektrîkê wê baştir bike û wê hilberîna enerjiya bi 750 megawat zêde bibe.

Wezîrê Enerjiya Sûriyeyê tekez kir  ku ev piroje wê Piştgiriya çerxa pêşketinê û teşwîqkirina pîşesazî û aboriyê bike.

 

Barrack: Proje wê elektirîkê ji nêzî 5 melyon malbet re peyda bike

 

Ji aliyê xwe ve, Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê bo Sûriyê Thomas Barrack, fînansekirina tevahî ya gaza Azerbaycanê ji aliyê Qeterê ve bo Sûriyê, wekî delîlek ji bo hevkarî û dostaniyê bi nav kir û ev gav wekî gaveke girîng ber bi alîkariya mirovî û aramiyê ve, di demek krîtîk de bi nav kir.

Thomas Barrack anî ziman ku şandina gazê, wê di 2'ê Tebaxê di dest pê bike û  elektirîkê  nêzî 5 melyon malbet re peyda bike.

 

 

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24