Îro artêşa Îsraîlê derbarê êrîşên xwe yên li hember Hizbullahê de, daxuyaniyek da.
Artêşa Îsraîlê ragihand ku wan êrîşî 10 hedefên Hizbullahê, tevî baregehên îstîxbarat û navendên fermandariyê kirine.
Her wiha got ku ji bilî baregehên îstîxbaratê û fermandariyê li taxên başûr, wan bi dehan cihên ku Hizbullah mûşekan jê davêje hedef girtin û piştrast kir ku bi dehan endamên Hizbullahê hatine kuştin.
Wezareta Tenduristiyê ya Libnanê piştrast kir ku di êrîşeke asmanî ya Îsraîlê de, ku îro serê sibehê li herêma Ramlet el-Baida li berava Beyrûtê pêk hat, herî kêm 7 kes hatine kuştin.
Emmanuel Macron: Divê Hizbullah êrîşên xwe di cih de rawestîne
Di heman demê de, Serokê Fransayê Emmanuel Macron îro diyar kir ku Hizbullah bi kişandina Lubnanê nava pevçûnekê bi Îsraîlê re şaşiyeke mezin kiriye û got:
“Divê Hizbullah êrîşên xwe di cih de rawestîne.”
Macron tekez kir ku divê Îsraîl dev ji her êrîşeke bejayî li ser Libnanê berde.
Her wiha rave kir ku ew bi Serokê Sûriyê Ehmed Şara û Serokê Lubnanê Joseph Aoun re hevdîtin kiriye.
Macron destnîşan kir ku Şara piştgiriyê dide hewldanên rayedarên Libnanê ji bo vegerandina kontrola dewletê ya tevahî li ser axa xwe.
Di şerê 10 rojan ê di navbera Hizbullah û Îsraîlê de 634 kes hatine kuştin
Li gorî bîlançoyeke nû ya ku duh ji aliyê Wezîrê Tenduristiyê Rakan Nasser Eddîn ve hat ragihandin, di şerê nêzîkî 10 rojan ê di navbera Hizbullah û Îsraîlê de 634 kes hatine kuştin.
Nasser Eddîn eşker kir ku di nav miriyan de 91 zarok û 47 jin hene û zêdetirî 1500 kesên din jî birîndar bûne.
Wezîra Karûbarên Civakî Hanîn El Sayed di civîneke çapemeniyê ya hevbeş de bi Nasser Eddîn re ragihand ku hejmara kesên ku ji ber şer bi fermî hatine qeydkirin û koçber bûne gihîştiye 816 hezar kesan, ji wan 126 hezar di stargehan de ne.