Li Hesekê ji bo hilbijartinên parlamentoyê amadekarî tên kirin

Ji bo hilbijartina nûnerên herêma Cizîrê di Parlamantoya Sûriyê de amadekarî tên kirin. Destpêkê wê li hemû bajaran komîte werin avakirin, piştî wê dê saziyên hilbijartinê werin hilbijartin. Saziyên hilbijartinê jî dê nûnerên herêma Cizîrê yên bikevin Meclisa Gel ku hejmara wan 10 e, hilbijêrin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

 

Di 17'ê nîsanê de, nûnerên parêzgeha Hesekê û berpirsên Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê di çarçoveya xebatên entegrasyonê de li hev civiyan.

Di civînê de mekanîzmaya hilbijartinên nûnerên parêzgehê ji bo Parlamentoya Sûriyê nîqaş kirin.

Her wiha ji bo hilbijartina nûnerên herêma Cizîrê di Parlamantoya Sûriyê de amadekarî tên kirin.

Destpêkê wê li hemû bajaran komîte werin avakirin, piştî wê dê saziyên hilbijartinê werin hilbijartin.

Saziyên hilbijartinê jî dê nûnerên herêmê Cizîrê yên bikevin Meclisa Gel ku hejmara wan 10 e, hilbijêrin.

Parlamentoya Sûriyê ji 210 endaman pêk tê.

70 endam ji aliyê serokê Hikûmeta Veguhêz Ehmed Şera ve têne tayînkirin.

140 endam jî ji aliyê saziyên hilbijartinê ve têne hilbijartin.

Di sîstema niha ya Sûriyê de hilbijartin ne vekirî ne.

Namzet dikarin navê xwe ji saziyên hilbijartinê re pêşniyar bikin û Şert û mercên wan wiha ne:

Kesên ku bibin namzet divê beriya 2011`an nasnameya Sûriyê bi wan re hebe.

Temenê wan herî kêm 25 sal be.

Qanûnî tiştek li ser wan nebe û di aliyê exlaq û kesayet de baş bin.

Di aliyê qanûnî de jî, divê ji herêmê bin û di belgeyên sivîl de tomarkirî bin.

Divê têkiliya namzetan bi saziyên ewlehiyê û leşkerî re nebe.

Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê di 26`ê tebaxa 2025`an de kursiyên perlemantoyê wiha belav kirin:

Bi giştî ji 210 kursiyan pêk tê.

Heleb 32 kursî, Şam 10 kursî,

Gundewarên Şamê 12 kursî, Humis 12 kursî,

Hema 12 kursî, Idlib 12 kursî,

Dêrazor 10 kursî,  Hesekê 10 kursî,

Laziqiyê 7 kursî, Dera 6 kursî,

Reqa 6 kursî, Tertûs 5 kursî,

Siwêda 3 kursî û Quneytîra ji 3 kursiyan pêk tên.

Li gelek parêzgehên Sûriyê nûnerên parlamentoyê derketine, niha li parêzgeha Hesekê jî destpê dikin û li parêzgeha Siwêdayê jî nûner nehatine hilbijartin.

Li herêma Cizîrê hevdîtin di navbera aliyên siyasî, civakî û komîteya hilbijartinan a Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê de têne kirin da ku komîteyên şaxî wek gava yekemîn ava bikin.

Piştre jî saziya hilbijartinan ava bikin û nûnerên herêmê yên bikevin parlamentoyê dê werin hilbijartin.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye