Brighton bi 3-0 Chelsea têk bir

Brightonê duh di Lîga Premier a Îngilîstanê de bi serkeftina 3-0 pêşwaziyeke germ li Chelsea kir.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Maça di navbera Chelsea û Brightonê li stadyuma American Express hate lîstin.

Brightonê bi kelecan dest bi maçê kir ku tê de sê gol qezenc kirin.

Golên ku taxima Brightonê tomar kirin jî bi vî awayî bûn.

Di xuleka 3'an de ji hêla Ferdi Kadioglu perdeya golan hat vekirin.

Di xuleka 56'an de jî hevkarê wî Jack Henshwood gola 2'emîn qezenc kir.

Beriya ku maç bi dawî bibe Danny Welbeck di xuleka 90+1'an de gola 3`emîn û ya serkeftinê misoger kir.

Bi vê serkeftina balkêş, Brightonê hejmara puanên xwe gihand 50 û bi vî awayî demkî di rêza 6'emîn de cih girt.

Di heman demê de, jimartina puanan a Chelsea li 48'an sekinî û di rêza 7'emîn de ma.

Li aliyekî din jî di hefteya 32'emîn a lîga Premeir a Înglistanê de îro dê 2 maç werin lîstin.

Maçên ku îro wê werin beramberî hev bi vî awayî ne:

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye