Li gorî rojnameya "Sport Express", Hollanda û Fînlandiya piştî Ûkrayna, Polonya, Lîtvanya û Estonyayê beşdarbûna xwe di boykotê de ragihandine.
Komîteya Navneteweyî ya Paralîmpîk, di 23'yê sibatê de biryar da ku biryara xwe ya destûrdayîna werzişvanên Rûsî ku bi al û sirûda xwe ya neteweyî beşdar bibin.
Serokê Komîteyê Andrew Parsons, diyar kir ku ev biryara dawî ye û ji hêla Komîteya Rêveber an jî ji hêla wî ve bi xwe nayê betalkirin.
14`emîn Olîmpiyadên Zivistanê wê ji 6 heta 15ê Adarê li bajarên Îtalyayê Mîlano û Cortina d'Ampezzo bên lidarxistin.
Rûsya, bi şeş werzîşvanan wê di bin al û sirûda neteweyî ya welatê xwe de, bê temsîlkirin.