Wezareta Tenduristiyê bi biryarnameyekê, biryar da ku karmendên tenduristiyê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê entegre bibin.
Li gorî peymana ku di 29'ê çileya 2026'an de bi QSD'ê re hatiye îmzekirin dê karmendên tendirustiyê li Dêrazor, Reqa û Hesekê yên berê li bakur û Rojhilatê Sûriyê, entegreyî Rêveberiyên Tenduristiyê bibin.
Li gorî biryara bi hejmara (858), Rêveberiyên Tenduristiyê yên her 3 herêman hatin erkdarkirin ku peymanên pêwîst bi kesên ku di entegrekirinê de cih digirin çêkin.
Cihên xebatên wan jî li gorî pêwîstiyê wê werin diyarkirin, bi şertê ku peyman ji roja derxistina biryarên bicîhanîna wan ve bikevin meriyetê.
Wezaretê destnîşan kir ku nexweşxane û navendên tenduristiyê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê wê ji hêla îdarî ve bi Wezareta Tenduristiyê ve girêdayî bin.
Di heman demê de gerînendetiyên tenduristiyê yên li wan her 3 herêman wê van saziyan bi rê ve bibin û kar li gorî rêziknameyên têkildar û di bin çavdêriya rasterast a wezaretê de birêxistin bikin.
Ev biryar wekî berdewamiya tedbîrên ku di çarçoveya bicîhanîna bendên peymana 29’ê çileyê ya di navbera QSD'ê û Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê de, hatine girtin.