Li Sûriyê di 24 saetan de 13 kes hatin kuştin û 4 jî birîndar bûn

Li Sûriyê di nava 24 saetên borî de, li herêmên cûda rêze bûyer qewimîn, di nav de pevçûn, êrîşên çekdarî û teqîna mayînan ku di encamê de 13 kes mirin û 4 kes jî birîndar bûn.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li Sûriyê di nava 24 saetên borî de, li herêmên cûda, di encama pevçûn, êrîşên çekdarî û teqîna mayînan de 13 kes mirin û 4 kes jî birîndar bûn.

Piştî wêrankirina rafineriyên petrolê ji aliyê Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê ve, li gundewarên DêraZorê şer derket.

Sê endamên Wezareta Parastinê di êrîşeke ku li dijî yek ji çeperên wan li bajarê Meyadîn, li rojhilatê Dêra Zorê pêk hatibû de, hatin kuştin.

Li ser benda kontrolê ya Sebahiya ya bajarê Reqayê, di encama êrîşeke DAÎŞ`ê de, 4 endamên Hêzên Ewlehiya Giştî hatin kuştin.

Li gundewarê Ezazê jî, piştî pevçûneke di navbera 2 malbatan de, kesek hat kuştin.

Li Humsê, mamoste Îman Matanios Jarous, li taxa Akramayê bi guleyên ji demançeyeke bêdeng ve hate kuştin.

Her wiha li taxa El-Joura a kampa Ceremana ya li Şamê, di encama lîska bi bombeyeke destan de, ciwanekî jiyana xwe ji dest da û yek jî bi giranî birîndar bû.

Li gorî Parastina Neteweyî, li gundewarê rojavayê Siweydayê, komên girêdayî Wezareta Parastinê, rasterast êrîşî malên sivîlan ên li gundê Mecdel kirin.

Li gundewarê bakurê Helebê, piştî nakokiyeke darayî, zilamek ji aliyê pismamê xwe ve hat kuştin.

Di heman demê de, du ciwan li çiyayê Kezwana ya li başûrê rojavayê Hesekê, di encama teqîna mayînan de birîndar bûn.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye