Li Helebê teqîna xwekuj pêkhat

Li bajarê Helebê êrîşeke xwekujî pêk hat û di encamê de, kesek hat kuştin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyeyê SANA ragihand ku li taxa El-Meyser a parêzgeha Helebê teqînek ji aliyê kesekî nenas ve ku kembera teqîner li xwe kiribû pêk hat.

 Ajansê SANA da xuya kirin ku li nêzî nanpêjxaneya El-Wehda ya li taxa El-Meyser teqînek çêbû û agahiyên destpêkê nîşan didin ku ew êrîşeke xwekujî bû.

 

Li Ezazê serçeteyek hate kuştin

 Di encamê de, kesê ku xwe teqandiye bê ku zirara canî li derdora xwe bike, jiyana xwe ji dest daye.

 Her wekî din, li bajarê Ezazê yê gundewarê Helebê jî, serçeteyê bi navê Farûq Ebû Bekir ya ku rêveberiyê ‘Firqeya El Mutesêm’ya girêdayî artêşa “Niştîmanî ya Sûriyeyê” , ji aliyê çekdarên nenas ve hate kuştin.

 Çavkaniyên xwecih ragihandin ku çekdarên nenas li ser motorsîkêlêt gule li Ebû Bekir reşandine û di cih de hatiye kuştin.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24