Ajansa Nûçeyan a fermî ya Şînxua ya Çînê ragihand ku ji ber lehiyên li Mongolyaya Navxweyî ya li bakurê Çînê 8 kesan jiyana xwe ji dest dan û 4 kesên din jî winda ne.
Ji bo dîtin û rizgarkirina kesên wenda jî, lêgerîn berdewam in, heta niha kesek hatiye rizgarkirin.
Sazî û desteyên hikûmetê yên taybet bi rewşên awarte, tîmên xwe şandine wan cihên ku lehî li wir rabûne, da ku alîkariya niştecihên herêmê bikin.
Li gorî medyaya fermî, ji destpêka tebaxê û heta niha, li bakurê rojavayê Çînê, hejmara qurbaniyên lehiyê gihîştiye 13 kesan.
Her wiha di meha borî de, li Pekînê ji ber barana dijwar û lehiyê 44 kesan jiyana xwe ji dest dabûn.