New Yorkê li dijî Serokê Dewletên Yekbûyî yê Amerîkayê Donald Trump, bi slogana "Destên xwe bilind bikin" çalakî hat lidarxistin.
Bi mîlyonan kes ji bo xwepêşandana ku ji hêla tevgera "No Kings in America" ve hatî amedekirin li bajar kom bûn.
Xwepêşandanên mezin ên din jî dê li Washington û Los Angelesê pêk werin.
Li seranserê Ewropayê jî, xwepêşandar li Berlîn, Madrîd û Romayê daketin kolanan da ku hevgirtina xwe bi çalakvanên li Amerîkayê re nîşan bidin.
"Li Amerikayê padîşah tune ye"
Li gor BBC çalakvanan diyar kirin ku ew bi desthilaldariya Donald Trump re rû bi rû dimînin û wiha gotin:
"Serok bawer dike ku desthilata wî mutleq e, lê li Amerîkayê padîşah tune ne û em ê ti carî ji zilmê re teslîm nebin"
Trump jî li dijî xwepêşandêran fermana bicihkirina hêzên çekdar dide, lê asta hebûna leşkerî ne diyar e.
Her wiha Trump têkîldarî xwepêşandanê ji Fox Newsê re wiha got:
"Ji min re dibêjin padîşah, ev îdiayeke. Ez ne padîşah im."
Alîgirên Trump jî çalekiyên li dijî wî şermezar kirin û çalekvan bi hevalbendiya tevgera Antîfa ya çepgir tawanbar kirin.
Li hember çalakiyan leşker hatin tevgerkirin
Her wiha alîgirê Trump çalakî wek "çalekeyeke li dijî Amerîkayê" pênase kirin .
Di heman demê de Parêzgarê Teksasê Greg Abbot ragihand ku Parêzvanên Neteweyî ji bo amadekariya xwepêşandana plankirî li Austin, paytexta eyaletê, hatine çalakkirin û wiha got:
"Şandina leşkeran ji bo xwepêşandana tevgera Antîfa ve girêdayî pewîstiyeke"
Li hember wê çalekvanan ev tevgera leşkerî şermezar kirin û wiha axivîn:
"Şandina leşkerên çekdar ji bo tepeserkirina xwepêşandanên aştiyane tiştê ku padîşah û dîktator dikin. Greg Abbott îspat kir ku ew yek ji wan e."