Hemasê bersiva daxuyaniya Wezareta Derve ya Amerîkayê da

Hemasê bersiva daxuyaniya Wezareta Derve ya Amerîkayê ku tê de gotibû tevger peymana agirbestê ya bi Îsraîlê re binpê dike da û daxuyanî red kir.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Hemasê bi daxuyaniyekê eşkere kir ku îdiayên ku di daxuyaniya Amerîkayê de hat gotin derew in, û got ku ev idia rê li ber Îsraîlê vedike operasyonên xwe li Xezayê bidomîne.

Daxuyaniyê wiha zêde kir dagirker berpirsyarê binpêkirinên peymanê ne, ji ber ew piştgiriyê dide komên çekdar ên ku li Xezayê kuştin, revandin û dizîna alîkariyan dikin.

Wezareta Derve ya Amerîkayê bi daxuyaniyekê diyar kiribû ku raporên pêbawer hene ku Hemas plan dike êrişekê li dijî sivîlên li Xezayê pêk bîne.

Tê payîn ku Heke Hamas vê êrişê bike tedbîrên pêwîst dê werin girtin da ku şêniyên li Xezayê werin parastin û agirbest were pêkanîn.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye