Fermandarekî Hêzên Parastina Neteweyî li Siweydayê hat kuştin

Li Siweydayê serkirdeyekî hêza leşkerî ya nû "Parêzvanên Neteweyî" di êrîşeke nenas de hate kuştin. Her wiha Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî Amnesty sûcên Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê belge kir û got: “Di meha tîrmehê de 46 Durzî li Siwêdayê li cihên giştî hatine înfazkirin.” Ji aliyekî ve jî, Karwana sêyemîn a alîkariyê, ku ji hêla Bernameya Xwarinê ya Cîhanî (WFP) ya Neteweyên Yekbûyî ve hatiye şandin, gihîşt Siweydayê.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li Siweydayê hîna jî ewlehî û aramî çênebûye.

Li gorî nûçeya North Press serkirdeyekî hêza leşkerî ya nû "Parêzvanên Neteweyî" di êrîşeke nenas de hate kuştin.

Her wiha li ser rûpelên medyaya civakî yên herêmî hate ragihandin ku serkirdeyekî hêza leşkerî ya nû yê bi navê Firas Hemayel di kemîneke çekdarî de li hundirê Siweydayê hatiye kuştin.

Heta niha berpirsên Siweydayê li ser bûyerê ti agahî belav nekirine.

 

AMNESTY: Hêzên Hikumetê li Siweydayê 46 durzî înfaz kirin

 

Ji aliyekî ve jî, di qada navneteweyî de sûcên ku Hikûmeta Veqûhêz li Siweydayê pêk aniye tê belgekirin.

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (Amnesty) di raporeke xwe de diyar kir ku Hêzên Hikûmeta Veghêz a Sûriyê û komên çekdar ên girêdayî wê di meha tîrmehê de, dema bûyerên tundiyê li Siweydayê 46 sivîl înfaz kirine.

Rêxistinê da zanîn ku bûyerên înfazkirinê di navbera 13 û 17’ê tîrmehê de li malan, dibistan, nexweşxane, salonên şahiyan û deverên din pêk hatine.

Amnesty eşkere kir ku 2 jin û 44 zilman hatin înfazkirin.

Rêxistinê destnîşan kir ku wan belge û dîmenên heyî lêkolîn kirine.

Di wir de diyar dibe ku zilamên bi cilên leşkerî û ewlekariyê yên fermî, sivîlan înfaz dikin.

Di heman demê de nêrîna şahidên bûyerê hatin girtin û lêkolîna çekên hatine bikaranîn hatin kirin.

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (Amnesty) da xuyakirin ku li ser cilên 4 kesên çekdar ku di dîmenan de xuya dibin "îşaretên reş" ên girêdayî çeteyên DAIŞˊê hene, lê DAIŞˊê êrişa dijî Siweydayê li xwe negirt.

 

Karwana sêyemîn a alîkariyê ya NY`ê gihîşt Siweydayê

 

Herî dawiyê jî Karwana sêyemîn a alîkariyê, ku ji hêla Bernameya Xwarinê ya Cîhanî ve hatiye şandin û ji 22 kamyonan pêk tê, tevî şandeyek Neteweyên Yekbûyî, îro sibê, gihîşt Siweydayê.

Bernameya Xwarinê ya Cîhanî ya Neteweyên Yekbûyî (WFP) hefteya borî li başûrê Sûriyeyê dest bi hewldaneke awarte kir, ji bo gihandina xwarinê bo şêniyên Siweydayê û malbatên ku ji bûyerên dawî bandor bûne.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24