Di derbarê Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakiran, Serokê Giştî yê CHP'ê Ozgur Ozel, wekîlê CHP'ê Tuncay Ozkan û Cemal Engînyurt, wekîlê TÎP'ê Ahmet Şik û wekîlê ÎYÎ Partiyê Mehmet Mustafa Gunban de ji bo mafê wan yê destnedanê were rakirin bi giştî 11 fezlekeyê hatine amedekirin pêşkeşî meclîsê hate kirin.
Tezkereyên Serokkomariyê ya têkîldarî rakirna parêzbendiya wan a zagonî pêşkeşî serokatiya meclîsê hate kirin.
Serokatiya meclîsê jî dosya şandin Komîsyona Têkel a ku ji endamên Komîsyona Destûra Bingehîn û Dadê pêk tê. Piştî nirxandina Komîsyona Têkel dê fezleke bên rojeva giştî a meclîsê.