Li Reqayê QSD`ê êrîşa DAIŞ`ê têk bir

Li Reqayê QSD`ê bersiva êrîşeke DAIŞ`ê da. 2 çekdarên DAIŞê hatin kuştin û 3 şervanên QSD`ê jî birîndar bûn.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk di derbarê êrîşa DAIŞ`ê de daxuyaniyak weşand.

 

Di daxuyaniyê de, QSDˊê da zanîn ku di 31`ê tebaxê de, hêzên wan êrîşeke DAIŞˊê ya li ser nuqteyeke wan a li gundewarê Reqayê têk bir û di encamê de 2 endamên DAIŞ`ê hatin kuştin.

 

Di heman demê de, navendê diyar kir ku hêzên QSD`ê gava ku bersiva êrîşê didan, 3 şervanên wan birîndar bûn, lê birînên wan sivik in.

 

Di dawiya daxuyaniyê de, QSD`ê got ku ew bersiva tevahî hewldanên DAIŞˊê yên têkbirina ewlehiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê didin.

 

Balafireke bêmirov derdora bendava Tişrînê bombebaran kir

 

Li aliyekî din, balafireke bêmirov du caran derdora Bendava Tişrînê bombebaran kir.

 

Ev di 24 saetên dawî de, duyemîn bombebarana bi vî rengî ye, şeva şemiyê û yekşemê jî rastî bombebaraneke bi vî rengî hatibû.

 

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24