Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) bi daxuyaniyekê li ser malpera xwe nasnameya şehîda xwe Zeyneb Têkoşîn eşkere kir.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di êrîşa herî dawî ya Hêzên Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê û çeteyên wê de ku di Mijdara 2024'an de li ser herema Minbicê pêk hatibû, şervanê wan Zeyneb Têkoşîn berxwedaniyeke destanî nîşan daye.
Zeynep Têkoşîn li xeta Minbicê tevî hemû daxwazên dijmin yên teslimiyetê, ji xwe re xeta berxwedaniyê hilbijart û bû Bêrîtana hemdemî.
Zeynep Tekoşîn bi nasnav Viyan Xelîl di sala 2004'an de li bajarê Qamişloyê ji dayik dibe. Malbata wê eslê xwe ji bajarê Mêrdinê ye.
QSD'ê nasnameyên 2 şervanên xwe eşkere kir
Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê nasnameyên 2 şervanên xwe Besam Ednan El Mihemed El (Besam) û Ehmed Adil Şêxmûs (Goran Qamişlo) yên di cih û demên cuda de şehîd bûn, eşkere kir.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku Besam par, di bersivdana êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê ya li dijî Minbicê de şehîd bûye.
Goran Qamişlo jî di qezayeke leşkerî de dema li ser erka xwe ya li bajarê Qamişloyê şehîd bûye.
Her wiha di dawiya daxuyaniyê de wiha hat gotin:
"Em sersaxiyê ji malbatên her du şehîdan û tevahî malbatên şehîdên xwe re dixwazin û soz didin ku em ê hêvî û armancên wan ên welatekî azad, ewle û ji teror û dagirkeriyê vala pêk bînin."