Dewletên yekbûyî yên Amerîkayê berê jî, li gorî plana 20 xalî, ji bo rêveberiya Xezeyê avakirina komîteyek teknokrat pêşniyar kiribû û li ser vê mijarê nîqaşên berfireh hatin kirin.
Raporteke nû ya Amerîkî nîşan dide ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê duh pêşnûmeyek ji bo çend endamên Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî şandiye ku tê de daxwaza avakirina hêzeke aramiya navneteweyî li Xezeyê ji bo herî kêm 2 salan tê kirin.
Li gorî Axios, rapor dibêje ku pêşniyara Amerîkî destnîşan dike ku hêza aramiyê wê ewlehiyê li ser sînorê Xezeyê ya bi Misrê re biparêze.
Her wiha zelal dike ku ev hêz wê ji bo piştgiriya aramiya li Xezeyê be, ne ku hêzeke aştîparêz be.
Raport berdewam dike ku pêşniyara Amerîkî parastina korîdorên mirovî li Xezeyê, perwerdekirina polîsên Filistînî û bêçekkirina Hemasê heke bi dilxwazî bêçek nebe vedihewîne.
Civîna Stenbolê wesayeta nû li Xezeyê red dike
Li aliyekî din jî, Wezîrên Derve yên welatên Misilman duh li Stenbolê ji bo nîqaşkirina pêşeroja Xezeyê civiyan û tekez kirin ku Xeze divê tenê ji hêla Filistîniyan ve were birêvebirin.
Wezîrên Derve dan zanîn ku her wesayeteke nû ya ku li ser Xezeyê tê ferzkirin reddikin. Ev civîn 2 hefte piştî agirbesta di navbera Îsraîl û Hemasê de ket meriyetê pêk hat.
Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan jî, piştî civîna bi hevtayên xwe yên ji Erebistana Siûdî, Qeter, Îmaratên Erebî yên Yekbûyî, Urdun, Pakistan û Endonezyayê re di civîneke çapemeniyê de got ku Filistînî divê xwe bi xwe birêve bibin û ewlehiya xwe misoger bikin.
Hakan Fîdan ji bo lihevhatinek navxweyî ya bilez a Filistînî di navbera Hemas û Desthilata Filistînê ya bi serokatiya Mehmûd Abas re, hêviya xwe anî ziman.
Îsraîlê berê beşdariya Tirkiyeyê di hêza navneteweyî ya ku bi rêvebirina ewlehiya li Xezeyê hatiye erkdarkirin, red kiribû.
Civîna Stenbolê piştî ku navbeynkaran, bi taybetî Misir, şêwirmendî û hewldanên xwe ji bo avakirina hêza ewlehiyê ya demkî li axa Filistînê zêde kirin, pêk hat.