Qasim Erecî weke şêwirmendê serokwezîrê Îraqê hat erkdarkirin

Di çarçoveya temamkirina kabîneya hikûmeta Elî Zeydî de, Qasim Erecî weke şêwirmendê serokwezîrê Îraqê hat erkdarkirin. Di heman mijarê de jî, berdevkê Hikûmeta Îraqê Heyder Ebûdî di kongreyeke çapemeniyê de ragihand ku Elî Zeydî dê serdana Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê bike.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Di çarçoveya temamkirina kabîneya Wezarî ya Îraqê de, Qasim Erecî weke şêwirmendê serokwezîrê Îraqê hat erkdarkirin.

Erka şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî ya Îraqê Qasim Erecî hat guhertin û bû şêwirmendê serokwezîrê Îraqê.

Her wiha li şûna wî, Qasim Ebûdî bû şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî ya Îraqê.

Serokwezîrê Îraqê Elî Falih Zeydî serperiştiya merasîma guhertina erkan di navbera Qasim Erecî û Qasim Ebûdî de kir.

Elî Zeydî pesnê karê Erecî da û tekezî li ser pêwîstiya şopandina dosyayên ewlekariyê yên stratejîk kir.

Qasim Erecî ji sala 2020’an ve, di dema serokwezîrê berê Mistefa Kazimî de, heta 18’ê gulana 2026’an şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî ya Îraqê bû.

Heyder Ebûdî: Wê elî zeydî serdana Washingtonê bike

Di heman dosyaya avakirina hikûmeta nû û karên wê yên sereke de, berdevkê Hikûmeta Îraqê Heyder Ebûdî kongreyeke çapemeniyê li dar xist.

Di kongreyê de Heyder Ebûdî ragihand ku serokwezîrê Îraqê Elî Falih Zeydî biryar daye di hilbijartinên pêş de nebe namzet.

Her wiha diyar kir ku Elî Zeydî projeya damezirandina partiyeke siyasî napejirîne.

Heyder Ebûdî her wiha da zanîn ku dosyaya enerjiyê ya herî girîng e ji bo Îraqê û serokwezîr Elî Zeydî di nîvê tîrmehê de dê serdana Washington bike û hejmarek dosya gotûbêj bike ku ya herî girîng di nav de aborî ye.

Der barê temamkirina kabîneya Hikûmetê de jî, Heyder Ebûdî eşkere kir ku berî çûna xwe ya Washington, Elî Zeydî di destpêka Tîrmehê de dê kabîneya xwe temam bike.

Heyder Ebûdî tekez kir ku ji bo ewlehiya Îraqê dosyaya sînordarkirina çekan di bin banê dewletê de mijareke sereke ya Hikûmetê ye.

Berdevkê Hikûmeta Îraqê Heyder Ebûdî di heman kongreya çapemeniyê de got ku Îraq pêşwaziyê li çareseriyên dîplomatîk ên di navbera Îran û Amerîkayê de dike.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye