Ev operasyon piştî êrîşa li Tedmurê, dest pê kir û tê de balafir, helîkopter û topavêj hatin bikaranîn.
CENTOM`ê diyar kir, êrîş li gelek deveran li nava Sûriyê pêk hatin û di van êrîşan de binesazî û baregehên çekan ên DAIŞ`ê hatin armanckirin.
Fermandarê CENTCOM`ê Admiral Brad Cooper diyar kir, ev operasyon pir girîng e, da rê li pêş planên DAIŞ`ê û pêkanîna êrîşan li dijî xaka Amerîkî were girtin.
Brad Cooper teqezî li ser dewamkirina karê xwe di şerê li dijî terorîstên ku Amerîkî û hevkarên wan li herêmê dikin armanc de kir.
Piştî van êrîşan, serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand, operasyona `Çavê Baz` pir serkeftî bû.
Trump diyar kir, me bi hûrbînî her hedefekî da.
QSD: Hevkairiya bibandor rêya tekane ya jinavbirina DAIŞ`ê ye
Ji aliyê xwe ve, Fermandariya Giştî ya QSD êrîşên hêzên Amerîkî li dijî DAIŞ`ê pîroz kirin û teqez kir, hevkariya bibandor rêya tekane ya jiholêrakirina gefên DAIŞ`ê ye.
QSD`ê di derbarê van êrîşan de daxuyaniyek belav kir, tê de bal kişand ser girîngiya piştevaniya ezmanî ji bo rêgirtina li ber xwekomkirina şaneyên DAIŞ`ê.
QSD di daxuyaniya xwe de got:
"Tecrubeyan îsbat kir ku nabe şerê li dijî terorê raweste yan jî kêm bibe, ji ber ku DAIŞ heta niha jî li ser ewlehî û aramiya herêmê gefeke yekser e û hewil dide valahiya ewlehî keysbaz bike.
Ji be vê yekê em teqeziyê li ser girîngiya dewamkirina operasyonên hevbeş heta bidawîkirina temamî ya DAIŞ`ê û karînên wê dikin."
Operasyona `Çavê Baz` piştî êrîşa li dijî hêzên Amerîkî li Tedmurê ya 13 vê mehê pêk hatibû, ku tê de 2 leşkerên Amerîkî û wergêrek hatibûn kuştin, hat ragihandin.