Trump rakirina cezayên Qeyser îmze kir

Piştî erêkirina Meclisa Nûneran û Senatoyê, serokê Amerîka Donald Trump betalkirina cezayên Qeyser ên li ser Sûriye îmze kir.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Serokê Amerîkayê Donald Trump qanûna budceya salane ya wezareta parastinê, ku di nav de rakirina cezayên Qeyser ên li ser Sûriyê jî heye, îmze kir.

Li gorî qanûnê, budceya salane ya 2026`an 900 milyar dolar e ku mezintirîn budce di dîroka Amerîkayê de ye.

Qanûn ji Koşka Spî dixwaze heta 4 salan raporan derbarê Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê arasteyî Meclisa Nûneran bike.

Li gorî wê jî divê Hikûmeta Veguhêz, şerê li dijî teror û hişbirê, parastina kêmnetewan û hewildanên pêkanîna aştiyê bi dewletên cîran re, dewam bike.

Eger 2 caran rapor neyînî bin, dê cezayên nû yên sînordarkirî li ser Sûriyê werin ferzkirin.

Piştî îmzekirina Trump, serokê Hikûmeta Veguhêz Ehmed Şera pîrozbahî li gelê Sûriyê kir û ev roj bi "rojeke dîrokî" bi nav kir.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye