Rayedarên tenduristiyê yên li Xezeyê îro serê sibê ragihandin ku tankên Îsraîlê 2 top avêtin kampeke li Xezeyê.
Di encama topbaranê de, 12 kes hatin kuştin û bi dehan kesên din jî birîndar bûn.
28 welatên Ewropayê ji bo Xezeyê banga agirbest kirin
Li dijî van êrîşên li ser Xezeyê bangên agirbestê jî bilind dibin.
28 welatên Ewropayê bang li Îsraîl, Hamas û civaka navneteweyî kirin da ku vê şerî bi dawî bikin û bê şert û merc agirbestek lezgîn ragihînin.
Berdevkê Wezareta Derve ya Îsraîlê Oren Marmorstein bersiv da vê bangê û got:
``Daxuyaniya 28 welatên Ewropayî, ji rastiyê dûr e, agirbest di destê Hemasê de ye, heta ku rehîneyan bernede, şer bi dawî nabe.``